Hunermenda tirk: Ji bo aştiya rasteqîn divê nasnameya kurdî bê nasîn
RûpelNews - Hunermenda navdar a li Tirkiyeyê Fusun Demirel derbarê pêvajoya çareseriyê de fîkr û ramanên xwe anîn ziman.
"Divê zimanê kurdî bê nasîn wê demê ez baweriya xwe bi aştiya rasteqîn tînim"
Demirel bal kişand ser naskirina nasnameya kurdî ji bo jiyaneke wekhev û aştiyane û wiha axivî:
"Dîtbariya zimanên cuda, bi taybetî ya kurdî, di warê hunerê de pêşî lê bê vekirin. Projeyên ku berhemên bi Kurdî û Tirkî tê de hene dê divê zêde bibin. Ji niha û pê de, bo nimûne, divê koma 'Koma Amed' ku ez heyranê muzîka wê me, bikaribe biçe gera li Deryaya Reş. Ez ê tenê wê demê bi aştiyeke rastîn bawer bikim ku nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî bi awayekî rastîn werin qebûlkirin."
"Ji bilî aştiyê rêyeke din a çareserî nîn e"
Hunermenda tirk diyar kir ku ji bilî aştiyê rêyeke din a çareseriyê nîn e û wiha got:
"Aştî ne tenê peymaneke siyasî ye. Ew di heman demê de şiyana di nav civakê de ye ku mirov çîrokên hev û yên din bibihîzin. Aştiya mutleq hêviya me ya tekane ye. Çîrokên ji rabirdûyê wekî şer, pevçûn, qurbaniyên leşkerî, koçberkirina bi zorê, êrîşên li ser gundan, kuştinên neçareserkirî, şîn, sirgûn, penaberî û girtîgehyên ku me berê nikarîbû vebêjin, an jî yên ku me bi qedexe û astengiyan re rû bi rû mabûn, dê dest pê bikin bên vegotin."
"Dayikên kurd û tirk ku zarokên wan mirine divê hev hembêz bikin"
Demirel ragihand ku ew dikare êşa dayikên Tirk û Kurd fêm bike û axaftina xwe wiha domand:
"Heke aştiyeke were, divê dayikên tirk û kurd yên ku êş kişandine û zarokên wan jiyana xwe ji dest dane pêşî hev hembêz bikin. Mixabin, em her wiha qebûl dikin ku pêşdaraziyên di nav civakê de û vê pêvajoyê aloz bikin. Lêbelê çi dibe bila bibe, em baweriya xwe bi wijdan, bedewiya dil û aqilê selîm ê gelê vê herêmê tînin." (ANF)