Hezên ewlehiyê li ser sînorê Îraq-Îranê ketine amadebaşiyê
RûpelNews - Fermandariya Parastina Sînoran a Iraqê agahdarî da ku hemû sînoran bi asteke bilind tên parastin. Suker got îdîayên ku hêzên çekdar bi rêya sînorê Herêma Kurdistanê derbas bûn ber bi axa Îranê ne rast in.
Koordînasyon bi Pêşmerge û Asayîş
Suker got ji bo parastina sînoran hevkariya leşkerî di navbera Hewlêr û Bagdadê de berdewam e. Wî diyar kir ku di navbera Parastina Sînoran, Pêşmerge û Asayîş de koordînasyona berdewam heye û ji bo astengkirina her sizmayê ew bi hev re têkilî de ne.
Têkiliyên bi Îranê vekirî ne
Suker got di navbera fermandarên sînorên yên Iraqê û hevkarên wan ên Îranî de têkiliya rasterast heye. Wî got: “Kanalên têkiliyê temam vekirî ne û koordînasyon li ser ewlehiya sînoran didome.”
Muhammed Abdulwahab Suker, diyar kir ku xeta sînoran de ewlehi xurttir kirin.