Amerîka bang li Îraqê dike mîlîşyayên girêdayî ser bi Îranê hilweşîne
RûpelNews - Wezîrê Derve ya Amerikayê, Marco Rubio, bang kir ku Îraq komên terorîst ên ser bi Îranê ve hilweşîne, da ku cihên Amerîkayî û Herêma Kurdistanê ewle bimînin.Marco Rubio roja Duşemê bi Serokwezîrê Îraq, Muhammed Şîa Sudani, peywendîyeke telefonî pêk anî.
Wezareta Derve ya Amerikayê ji Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka re derheqê peywendîya telefonê li gel Şîa Sudani zanyarî da.
Li gor ragihandin, Rubio bi tundî êrîşên terorîstî yên girêdayî Îranê li ser Îraqê û Herêma Kurdistanê şermezar kir. Herdu alîyan tekezî li ser girîngiya parastina karmendên Amerîkayî û cihên dîplomatîk kirin.
Daxwaza Amerîkayê ji Îraqê
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand:
“Wezîrê Derve daxwaz kir ku Îraq bilez kar bike jibo hilweşandina mîlîşyayên terorîst ên girêdayî Îranê.”
Wezîr herwiha bang kir ku êrîşên wan koman rawestîne û piştrast bike ku ew nikarin xaka Îraqê bikar bînin ji bo gefxwarina li Amerîka û herêmê.
Grûpên terorîst ên li lîsteya Amerîkayê
Amerîka bi fermî komên jêrîn ên Îraqî xistîye lîsteya xwe ya terorîstan: Katayîb Hizbullah, Asayîb Ehl el-Heq, Harket Hizbullah el-Nucaba, Katayîb Îmam Elî, Katayîb Seyîd el-Şuheda û Ensarullah el-Ewfiya.
Herwiha, Amerîka balê da ku van grûpan xwe wek beşek ji sîstema fermî ya dewleta Îraqê dibînin û para wan di budceya welêt de heye, li ser çavkanîyên giştî yên Îraqê û xizmeta berjewendiyên Îranê li herêmê bikar tînin.