TR KU AR
FB X IG
Jiyan

" Heya ku em li Sûriyeyê di sê mijaran de bi sernekevin em jê dernayên”

📅 16 nîsan 2018 21:27


PeyamaKurd - Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley: "Heya ku em li Sûriyeyê di sê dabaşan de bi sernekevin, em jê dernayên. Di serî da ji holêrakirina derfeta bikaranîna çeka kîmyayî, emê ji bo vê bitêkoşin. Divê DAIŞ bi temamî were têkbirin û wek hedefa sêyemîn divê em emîn bibin ku bandora hikumraniya Îranê li ser herêmê nîne."

Haleyê di têlevizyona CBSê ya Amerîkayê da pirsên li ser rojevê bersivandin.

Haleyê diyar kir ku Amerîka wê li Sûriyeyê bi rejimê ra di halê hazir da teqez rasterast hevdîtinê neke û li ser Sûriyeyê hebûna eskerên Amerîkayê jî wiha got: "Armanc ew e ku yekîneyên Amerîkayê vegerin malê, lê Heya ku em li Sûriyeyê di sê dabaşan da bi sernekevin, em jê dernayên. Di serî da ji holêrakirina derfeta bikaranîna çeka kîmyayî, emê ji bo vê bitêkoşin. Divê DAIŞ bi temamî were têkbirin û wek hedefa sêyemîn divê em emîn bibin ku bandora hikumraniya Îranê li ser herêmê nîne."

Parve bike: