TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Hevseroka DEM Partiyê: Di proseyê de hin astengî hene

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 gulan 2026 17:30
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari der bars proseya aştiyê de got: "Di proseyê de hin astengî, xitimandin çêdibin."

RûpelNews - Hevseroka DEM Partiyaê Tulay Hatimogullari beşdarî mitînga roja karkeran a 1ê Gulanê ya li Wanê bû.

Hatimogullari di mitîngê de behsa pêvajoya aştiyê kir û diyar kir ku di proseyê de carna astengî û xitimandin çêdibin.

Hatimogullari der barê mijarê de wiha axivî: "Wekî ku hûn dizanin, pêvajoya aştiyê zêdetirî sal û nîvekê ye didome, piştî banga ku Abdullah Ocalan ji Îmraliyê ji bo pêvajoyeke bi navê 'Aştî û Civaka Demokratîk' kiribû. Lê niha di pêvajoyê de hin astengî an xitimandin hene. Ji bo çareseriyê çi ji destê me tê em hewl didin. Kesên pêşî li proseyê digirin an astengî derdixin dê li hember hêza gel têk biçin. Em ê teqez vê astengiyê têk bibin."

Parve bike: