TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Kurd hene, lê welatê wan Kurdistanê tune ye!

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 19 gulan 2026 09:06
Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Sînan Çîftyurek, helwesta dewletê ya li hemberî çareserkirina meseleya kurd rexne kir û got, ji ber ku dewlet bi awayeke fermî meseleya kurd nasnake gavan navêje.

RûpelNews - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Sînan Çîftyurek, di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî Xê, nêzîkatiya dewletê ya ji bo pirsgirêka kurd rexne kir.

Di parvekirina xwe de, Çiftyurek wiha got: "Her kes dipirse: '1,5 sal derbas bûn, çima dewlet tu pêngavan ber bi çareserkirina pirsgirêka kurd ve navêje?' Bersiv eşkere ye; dewlet bi awayekî fermî hebûna pirsgirêka qurd qebûl nake."

"Kurd hene, lê welatek bi navê Kurdistanê tune ye"

Çiftyurek, ku anî ziman stratejiya dewletê "Li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd, azadî û demokrasiyê, li ser ewlehiyê disekine", destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê ya berê bi salan e "hatibû sekinandin".

Çîftyurek herwiha got, "Kurd hene, lê ew bi awayekî fermî tune ne. Kurd hene, lê welatek bi navê Kurdistanê tune ye," û anî ziman ku nêzîkatiya heyî ji çareseriyekê pir dûr e.
Di dawiya nivîsa xwe de, Çiftyurek got, "Eger rewş bi vî rengî bidome, ya nû jî dê bê sekinandin."

Parve bike: