TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hakan Fidan wê seredana hemkarê xwe yê Iraqê Dr. Fuad Huseyin bike

📅 24 rêbendan 2025 23:28

PeyamaKurd – Li gor çavkaniyekî wezareta karên derve ya Iraqê; wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan wê di 26.01.2025an de seredana Iraqê bike û bi wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fuad Huseyin re bicive.

Rayedarên hukumeta Herêma Kurdistanê ragihandine ku ti agahiya wan ji seredana Hakan Fidan tine û nizanin bê wê Fidan seredana Herêma Kurdistanê ya Erbîlê bike an na.

Hakan Fidan, wekî wezîrê karên derve yê Tirkiyê di Tebaxa 2023an de seredana Iraqê û Herêma kurdistanê kiribû.

Parve bike: