TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Gelo Brîtanya tevlî şer dibe?

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 adar 2026 05:21
Bi dronekê li hemberî baregeha Brîtanya ya li Qibrisê êriş hat kirin. Teqîneke mezin rû da. Balafirên şer hatin rakirin. Piştî vê êrişê beşdariya Barîtanyayê ya di şerê Îranê de jî di nava nîqaşan de cih girt.

RûpelNews - Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, niha çavên raya giştî  cîhanê li ser Brîtanyayê ne. Di dema piştî biryara hikûmeta Londonê ya ji bo vekirina baregehên xwe ji bo Amerîkayê, li Baregeha Hewayî ya Agroturî hişyariya dronê hat dayîn. Dengê teqînan hat bihîstin, û balafirên şer li pey hev rabûn.

Êrişa li ser baregehê piştî biryara bikaranîna hêzên Amerîkî hat

Serokwezîrê Brîtanyayê Keîr Starmer ragihand ku wan daxwaza Amerîkayê ya ji bo bikaranîna baregehên Brîtanî ji bo "armancên parastinê" li dijî êrîşên Îranê qebûl kiriye. Piştî ragihandina vê biryarê, herêma baregehên serwerî yên Brîtanî li Qibrisê hat kirin armanc.

Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê daxuyanî da

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê ragihand ku baregeh rastî "êrişeke bi firokeyeke bêmirov a bi guman hatiye û baregehê bersiv daye êrişê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Parastina hêzên me ya li herêmê di asta herî bilind de ye. Baregehê ji bo parastina personelên me bersiv da."

Nûçegihanê NTVyê yê Qibrisê Selîm Sayarî: "Teqîneke dijwar çêbû"

Nûçegihanê NTVyê yê Qibrisê Selîm Sayarî ragihand ku, li gorî agahiyên ku hê ji aliyê çavkaniyên fermî ve nehatine piştrastkirin, dibe ku dron a Îranê be. Sayarî got, "Tê ragihandin ku droneke kamîkaze ya a cûreyê  ‘Şahid 136’ li baregehê ketiye û barê xwe teqandiye. Li gorî zanyariyên destpêkê ti ziyan çênebûye."

Gelo dron ji Lubnanê rabû?

Sayari diyar kir ku îdia jî hene ku dibe ku dron ji Lubnanê rabûbe, û got, "Piştî êrîşê, hişyarî hat dayîn û balafirên şer di nav çend xûlekan de rabûn. Teqîn pir mezin bû, û li herêmê bû sedema tirseke mezin."

Daxuyaniya hikûmeta Qibrisê: Zirareke sînordar

Berdevkê Hikûmeta Qibrisê Konstantînos Letymbîotîs ragihand ku di bûyerê de droneke bêmirov hatiye bikaranîn û zirareke sînordar çêbûye. Letymbîotîs diyar kir ku piştî bûyera nîvê şevê protokolên ewlehiyê yekser hatine çalakirin û pêvajo ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve tê şopandin.

Letymbîotîs, ku tekez kir ew bi Serokomarê Qibris Nîkos Chrîstodoulîdes û Konseya Ewlekariya Neteweyî re di şêwirîna berdewam de ye, diyar kir ku dê agahiyên nû ji raya giştî re bên ragihandin.

Metirsîdariya herêmî zêde dibe

Piştî biryara vekirina baregehên Brîtanyayê ji bo hêzên Ameîkayêli dijî Îranê, ev êrîş pêk hat. Piştî vê êrişê tê meraqkirin gelo dê Brîtanya jî di nava şer de cih bigire an na? Zêdebûna çalakiyên leşkerî li Deryaya Spî nîşan dide ku metirsiya herêmî zêdetir dibe.

Parve bike: