TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Fermandarê moşekan yê Rûs hat kuştin

📅 10 hezîran 2026 17:23
Serokê Rêveberiya Giştî ya Moşek û Topan (GRAU) a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Damîr Davidov, di êrîşeke bombeyî de li ser wesayîta xwe ya li nêzîkî Moskowê hat kuştin.

RûpelNews - Êrîş di sibeha 9ê Hezîranê de li navçeya Aviatorov a Balashikhayê pêk hat. Hat ragihandin ku BMW X3 ya ku Davidov tê de rêwîtî dikir, dema ku ji parkê derdiket teqiya. Tevî hewildanên rizgarkirinê, Davidov li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Çapemeniya Rûsya ragihand ku cîhaza teqemeniyê ya ku di bin wesayîtê de hatibû danîn, xwedî hêzeke bi qasî 500 gram TNTyê bû.

Êrîşa duyemîn li heman taxê

Li taxa Aviatorov, ku leşkerên teqawîtbûyî bi hejmareke mezin lê dijîn, Cîgirê Serokê Rêveberiya Operasyonên Sereke ya Sererkaniya Giştî ya Rûsyayê Lîwa Yaroslav Moskalik jî di Nîsana 2025an de di êrîşeke bombeyî ya bi heman rengî de li ser wesayîta xwe hatibû kuştin.


 

Parve bike: