Îsraîl: Fermandarê Hizbullahê hat kuştin
RûpelNews - Katz ji hesabê X diyar kir ku êrîş bi fermana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wî hatiye kirin.
Wezîrê Îsraîlê, diyar kir ku ev yekem êrîşa li ser Beyrûtê ji dema agirbestê ve ye û got ku wan fermandarê Hêza Radwan a Hizbullahê hedef girtiye.
Medyaya Lubnanî ragihand ku keştiyek şer a Îsraîlê bi sê mûşekan apartmanek li herêma Dahîye ya li başûrê Beyrûtê hedef girtiye.
Ev cara yekem bû ku Beyrût ji dema ku agirbest di 17ê Nîsanê de ket meriyetê ve hate hedefgirtin.
Êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê
Artêşa Îsraîlê di 2yê Adarê de êrîşên hewayî yên dijwar li ser Lubnanê dest pê kir û gelek bajarokên li başûrê welêt dagir kir.
Hikûmeta Lubnanê ragihand ku di vê heyamê de hejmara mirovên bêwar ên li welêt ji 1 mîlyonî derbas bûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 2yê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 2700 kes hatine kuştin. Di 24ê Nîsanê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku agirbesta demkî ya 10 rojî ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de, ku di 17ê Nîsanê de ket meriyetê, ji bo sê hefteyên din hatiye dirêjkirin.