TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Esed: Eger ji neçarî ez rojekê Erdogan bibînim ez dê ji vêya kêfxwes nebim

📅 11 berfanbar 2019 11:00

PeyamaKurd -Serokê Dewleta Sûriyê Beşer Esed ji televizyona dewleta Îtalyayê italya Devletê ‘Rai’yê re axivî û got: Eger rojekê ji neçarî bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re hevdîtinekê pêk bînim ez dê ji veya kêfxweş nebim.

Esed di hevpeyvîna xwe ya bo  Rai24 Newsê ku di SANAyê jî hat belav kirin got, “Armanca min ne hestên min in, armanca min berjewendiyên Sûriyê ne. Lewra  ji bo berjewendiyên me çi pêwîst bike ez dê bikim.”

Esed di hevpeyvînê li ser pirsa ‘Di demeke dirêj de hevdîtina bi Erdogan re pêkan e gelo?’ wiha bersivand: “Rojek ji rojan, eger ez bi rewşeke wiha re rû bir û bimînim ez dê ji veya kêfxweş nebim. Ez dê ji hevkariya bi îslamîstên berjewendîxwaz re nefret bikim.”

Serokê Sûriyê Esed di hevpeyvîna xwe de herwiha dibêje, “Îslamîst ne misilman in. Ev termeke din e, termeke siyasî ye. Ez her tim dibêjim, ez ne bi hestên xwe tevdigerim, ez li gorî berjewendiyên Sûriyê tevdigerim. Lewra berjewendiyên me li ku bin, em ê li wir in.

Esed ji ber tundûtujî û terora li Sûriyê Ewropa, Amerîka û Tirkiyê berpirsyar dîbîne: “Em bi pirseke hêsan destpê bikin: Kî bû sedema van pirsgirêkan? Ewqas penaber çim ali Ewropayê ne. Pirseke hêsan e. Çimkî Ewropa piştgiriya terorê dike. Elbet Amerîka, Tirkiyê û yên din; lewra faktera sereke ya vê qeyranê Ewropayê ev e. Tu çi bikî ew derdikeve pêşberî te.”

Parve bike: