Erdogan spasiya Herêma Kurdistanê dike
RûpelNews - Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyanî da.
Derbarê pevçûnên bi Îranê re, Erdogan got, "Em ji 28ê Sibatê ve di warê parastin û ewlehiyê de hemû gavên pêwîst diavêjin. Em şev û roj çavdêriya asmanên xwe dikin. Em ewlehiya sînorê xwe bi 60 hezar personelên ji hêzên xwe yên bejayî, deryayî û hewayî diparêzin."
Erdogan got, "Em pêşwaziya daxuyaniyên ku ji aliyê birayên me yên li herêma kurdan a Îraqê ve hatine dayîn, dikin. Em ji dil bawer dikin ku ew dê nekevin vê lîstikê."
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Mûşeka ku hatibû tespîtkirin ku ber bi welatê me ve hatiye arastekirin, ji aliyê NATOyê ve hat xistin. Me ev yek ji rayedarên Îranê re ragihand. Tevî hişyariyên me yên samîmî, gavên şaş ên ku dê hevaltiya Tirkiyeyê bixin tengasiyê, berdewam tên avêtin. Divê ti hesab neyên kirin ku têkiliyên me yên cîraniyê yên hezar salî binpê bikin. Helwesta Tirkiyeyê zelal e. Ez careke din bînim bîra we ku divê di xeletiyê de israr an serhişkî tune be. Em dê tedbîrên zêdetir bigirin ber. Me şeş firokeyên şer ên F-16 şandine girava Qibrisê. Em di heman demê de bi welatên xwe yên bira re, di serî de bi Azerbaycanê re, di heman helwestê de ne. Em herwiha çavdêriya hêmanên terorîst ên li herêmê dikin. Em li dijî her senaryoyekê ne ku aştiya û aramiya herêma me bixe xeterê. Bila kes xelet fam neke. Divê em nekevin xefka dijberkirina birayan li dijî hev."
Peyam ji bo Îranê
Erdogan derbarê mûşekên ku ji aliyê Îranê ve arasteyî Tirkiyeyê hatin avêtin, ev peyam ragihandin:
"Tevî hişyariyên me yên samîmî, gavên gelek şaş û provokatîf ku dê hevaltiya Tirkiyeyê bixin tengasiyê, berdewam tên avêtin. Divê em nekevin rewşeke ku sî li ser têkiliyên me yên cîranî û biratî yên hezar salî, yên ku di dil û mejiyê gelê me de rehên wan kûr in, bixe.
Helwesta Tirkiyeyê zelal e. Hewldanên wê yên awarte ji bo pêşîlêgirtina belavbûna agir û rijandina xwîneke zêdetir jî diyar in.
Em dê bi hemahengiya bi NATO û hevalbendên xwe yên din re şopandina geşedanan bidomînin û ji bo xurtkirina ewlehiya xwe tedbîrên zêdetir bigirin.
Niha li ser sînorê me ti pirsgirêk an tevger tune ne. Me tedbîrên xwe yên pêşîlêgir li ser sînor, li dergehên sînorî û li parêzgehên têkildar zêde kirine."