Erakçî: Amerîka êrîş bike em dê baregehên wê bikin armanc
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Erakçî ji televîzyona El-Cezîreyê ya li Qeterê re, ku ji bo beşdarbûna Foruma 17emîn a El-Cezîreyê çûbû wir, axaft.
Erakçî, îdia kir ku di bombebaran Dewletên Yekbûyiyên Amerîka (DYA) û Îsraîlê ji bo têkbirina kapasîteyên navokî yên Îranê de bi ser neketine: "Çalakiyên dewlemendkirina (uranyûmê) divê berdewam bikin û ev mafê me ye. Lêbelê, em ji bo peymaneke mîsogerker a li ser (rêjeya) dewlemendkirinê amade ne."
Erakçî, anî ziman ku wan di danûstandinên bi DYA re destpêkeke baş kiriye û destnîşan kir ku avakirina baweriyê di navbera her du welatan de dê demeke dirêj bigire û got: "Mûşek qet ne mijara danûstandinê ne. Ji ber ku ev mijar li ser parastina me ye."
Erakçî tekez kir ku divê danûstandin bêyî ti gef an zexteke li ser wan bên meşandin û dubare kir ku ew vê nêzîkatiyê ji DYAyê hêvî dikin.
Derbarê êrîşeke DYAyê de, Erakçî hişyarî da: "Eger Washington êrîşî me bike, şiyana me tune ye ku em êrîşî axa DYAyê bikin. Lêbelê em ê baregehên li herêmê bikin hedef."
Gotûbêjên DYA û Îranê
Danûstandinên di navbera DYA û Îranê de, ku di Hezîrana 2025an de piştî êrîşên Îsraîl û DYAyê li ser Îranê hatibûn rawestandin, li Omanê ji nû ve dest pê kiribûn.
Danûstandin di demekê de pêk hatin ku alozî di navbera Tehran û Washingtonê de dîsa zêde dibin û Washington li herêmê li dijî Tehranê amadekariyên xwe yên leşkerî zêde dike.
Serokatiya şanda Îranê ji aliyê Wezîrê Derve Abbas Erakçî, ya DYAyê jî ji aliyê Nûnerê Taybet ê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff ve tê kirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî derbarê hevdîtinên bi DYAyê re got, "Guftûgoyên di navbera Îran û DYA de li Muscatê bi lihevkirina aliyan a ji bo berdewamkirina danûstandinan bi dawî bûn."