Kurdistan
Ehmed El Şara: Newroz cejna niştîmanî ya Kurdan e
Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El Şara ragihand Newroz cejneke niştîmanî ya Kurdan e, divê mafên Kurdan di yasayê de bên mîsogerkirin.
RûpelNews -
Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şara bi helkefta Cejna Newrozê di axaftina xwe da bal kişand ser girîngiya mafên yasayî yên Kurdan û ragihand Newroz cejneke niştîmanî ya Kurdan e.
Serokatiya Sûriyê daxuya kirin El-Şara li gel şandeke ji civaka Kurd bi helkefta Cejna Newrozê li Koşka Gel a li Şamê civiya.
Hat amajekirin di civînê de parêzgarên Heleb, Reqa û Hesekê û şandeyê serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê li gel HSDê di civînê de amade bûn.
Serokatiyê diyar kir ku El-Şara tekez kiriye ku Newroz cejneke niştîmanî ya Kurdan e taybetmendiya pêkhateya Kurdî nîşan dide û gerentîkirina mafên Kurdan mafekî resen e.