Doza du zarokên bi wesayîta zirxî hatibûn kuştin ji nû ve dê bê dîtin
RûpelNews - Di doza mirina du birayên Muhammed û Furkan Yıldırım de yên ku di sala 2017an de li mala xwe ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê radiziyan dema ku wesayîteke zirxî ya polîsan bi dîwarê wan ket, Daraza Bilind biryara beraetê ya berpirsê polîsan Murat Maden betal kir.
Daîreya Cezayê ya 12. a Daraza Bilind Murat Madenê ku fermana ajotina wesayîta zirxkirî dabû wek sûcdar dît û biryara beraetê ya derbarê wî de weke li dijî hiqûqê nirxand.
Piştî vê biryarê doz di 20ê Cotmeha 2026an li Cizîrê ji nû ve bê dîtin. Murat Maden ê ku niha serbest e ji nû ve dê bê darizandin.
Wesayîta polêsan ketibû malekê û du brayên biçûk kuştibû
Bûyer di şeva 3ê Gulana 2017an de li taxa Karşiyaka ya Silopiyayê qewimî. Wesayîteke zirxî ku ji aliyê Omer Yegit ve dihat ajotin, bi dîwar û stûnên mala yekqatî qelibî û ket hundirê odeya rûniştinê.
Muhammedê 7 salî û Furkanê 6 salî du brayên hev ku di odeya rûniştinê de radizan, di bin wesayîta zirxî de hatin pelixandin û jiyana xwe ji dest dan.
Rapora pisporan a destpêkê ya ku piştî bûyerê hat amadekirin destnîşan kir ku tu kêmasiyeke teknîkî di wesayîtê de tunebû, ajokar di xebitandina wesayîteke zirxî de perwerde nedîtibû û hat ragihandin ku kêmasiya zanîn û tecrûbeyê ya personel tesîr li encama vê bûyerê kiribû.
Dozgeriya Giştî ya Sereke ya Cizîrê derbarê Omer Yegit û Murat Maden de bi sûcê "kuştinê" tohmet danîbû. Yegit ku wek girtî dihat darizandin di rûniştina yekem a dadgehê de di 17ê Cotmeha 2017an de bi şertê adlî hate berdan.