TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Doza Gulistan Doku: Qeydên wesayîtên zirxî hatin xwestin

📅 16 tîrmeh 2026 13:50
Di doza Gulistan Doku de ya ku di sala 2020an de li Dêrsimê winda bibû, gaveke nû hat avêtin. Dozgeriyê daxwaz kir ku qeydên hemû wesayîtên zirxî yên ku di roja windabûna Gulistanê de li ser kar bûn bên şandin û lîsteya xebatkarên wê rojê jî bên rêkirin.

RûpelNews - Di lêpirsîna derbarê windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de, ku di 5ê Çileya 2020an de li Dêrsimê winda bibû, lêkolîneke nû hat destpêkirin.

Serdozgeriya Giştî ya Erziromê daxwaz kir ku derbarê wesayîtên zirxî yên ku di roja bûyerê de li navenda parêzgehê li ser kar bûn, agahiyên berfireh û belge bên komkirin.

Dozgeriya Giştî daxwaza fermanên tevger û peywirê yên ji bo wesayîtên zirxî kir. Her wiha daxwaza diyarkirina taybetmendiyên hemû wesayîtên zirxî jî hat kirin û hat destnîşankirin ku divê hejmarên qeyda wesayîtan, plaqeyên sivîl û rengên wan bên diyarkirin û pêşkêşkirin. Ligel vê lîsteya ji navên personelên ku di wesayîtan de li ser peywirê bûn jî hat xwestin.

Dê were diyarkirin ka gelo wesayîtên ku di roja windabûna Gulistanê de li cihê bûyerê û li ser rêya nêzîk hatibûn bicihkirin an li ser rêyeke cuda bûn.

Heke were tespîtkirin ku wesayîtek ji rêya xwe ya asayî dûr ketiye, dê li wesayîtê ji bo her şopeke Gulistanê were gerîn.

Parve bike: