Wezîrê Tirkiyeyê: Em dê dev ji doza Gulistan Doku bernedin
RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser hisaba xwe ya medyaya civakî der barê doza Gulistan Doku de daxuyanî da.
Gurlek destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonên herî dawî de 15 gumanbar hatine girtin û got:
"Di çarçoveya lêpirsînê de, tomarên HTS û yên stasyonên bingehîn ên ku hatine sînordarkirin, dîmenên têkîldar, materyalên dîjîtal, danûstandinên darayî, tomarên nexweşxaneyê, wesayît, her wiha delîlên DNA û yên edlî bi hûrgilî tên vekolîn. Hewldan berdewam dikin ji bo vegerandina tomarên ku tê bawer kirin hatine jêbirin an guhertin, û ji bo misogerkirina hemû delîlên pêwîst ji bo destnîşankirina rastiya materyal bi tevahî."
Gurlek da zanîn dozê ji nêz ve dişopînin û wiha axivî:
"Dawiya lêpirsînê ber bi ku derê diçe bila biçe, em ê nehêlin ku rastiya eslî were veşartin. Heta ku çarenûsa Gulistan Doku ji her alî ve bi tevahî neyê ronîkirin û berpirsiyar neyên darizandin em dê dev ji vê dozê bernedin."