Di nifûsa Japonyayê de kêmbûneke dîrokî
RûpelNews - Japonya, ku bi pîrbûneke bilez a nifûsê û kêmbûneke kronîk a rêjeyên zayînê re rûbirû ye, di hejmarên serjimêriya fermî ya herî dawî de careke din mezinahiya krîza demografîk dît. Li gorî encamên serjimêriyê, ku her pênc salan carekê tê kirin, nifûsa welêt di pênc salên borî de ji sedî 2.5 kêm bûye û daketiye 123 milyonî.
Ev kêmbûn, ji destpêka serjimêriyan di sala 1920an de, windahiya nifûsê ya herî mezin e ku hatiye tomarkirin. Li welatekî ku nifûsa wî sê serdemên li pey hev bi awayekî berdewam kêm dibe, ew yek ku hejmara mirinan ji ya zayînan gelek zêdetir e, wek sedema sereke ya vê paşketina dîrokî tê destnîşankirin.
Ji bilî Tokyoyê tevahiya welêt biçûk dibe
Li Japonyayê ku piştî Monakoyê xwediyê duyemîn nifûsa herî pîr a cîhanê ye, rêjeya zarokan jî daketiye ji sedî 10.8, ku ev asta herî nizm e ji dema ku tomarkirin di salên 1950an de dest pê kiriye. Nehevsengiya demografîk a li welêt herwiha valahiya di navbera herêman de jî fireh dike.
Li gorî encamên serjimêriyê, hejmara nifûsê li hemû parêzgehan ji bilî paytextê, Tokyoyê, û Okinawa, bi lez kêm dibe. Digel ku nifûsa Tokyoyê ji sedî 1.4 zêde bûye, rayedar tekezî li ser pêwîstiya tedbîrên nû dikin ji bo pêşîlêgirtina vê kombûna zêde û ji bo hevsengkirina belavbûna nifûsê bi kişandina mirov û karsaziyan bo deverên gundewarî.
Nifûsa biyanî zêde dibe, lê ev ne çareserî ye
Her çend keda koçberan wekî alternatîfek ji bo krîza nifûsê tê dîtin jî, meylên siyasî yên li welêt helwestek bi baldarî li ser vê mijarê nîşan didin. Hejmara welatiyên biyanî yên ku li Japonyayê dijîn rekoran şikandiye û ji 3.2 milyonî derbas bûye. Lêbelê, hebûna siyasetmedarên di hikûmetê de ku li ser polîtîkayên koçberiyê helwesteke tundtir digirin, bikaranîna hêza kar a biyanî wekî çareseriyeke mayînde ji bo pirsgirêka nifûsê zehmet dike.
Mohleta 2030an
Hikûmeta Japonyayê qebûl dike ku handanên wekî zêdekirina piştgiriya darayî ji bo malbatên ku zarokan mezin dikin, heta niha encam nedane.
Rayedar, ji bo rawestandina vê kêmbûna nifûsê, serdema heta sala 2030an wekî "derfeta dawî ya ji bo berevajîkirina meylê" dibînin û plan dikin ku tedbîrên berfirehtir û radîkal ji bo çareserkirina krîzê bi cih bînin.