Di lêpirsîna Rojîn Kabaîş de geşedaneke nû
RûpelNews - Di lêpirsîna Rojîn Kabaîş, xwendekara zanîngehê ku piştî windabûna wê li Wanê laşê wê yê bêcan hat dîtin, pêşketineke nû çêbûye. Destûr hatiye dayîn ku rêveberiya wargehê ku Kabaîş lê dima were lêkolînkirin.
Li gorî rojnameya Sabahê, serlêdana ku ji aliyê Baroya Wanê ve bi hinceta îhmalkariya wargehê ku Rojîn lê dima, hatiye kirin, hatiye qebûlkirin.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz ragihand ku biryara Lijneya Rêveberiya Parêzgeha Wanê ya nedayîna destûr ji bo lêpirsînê, tevî îdiayên sûc û îhmalkariya rêveberiya wargehê, ji aliyê Dadgeha Rêveberiya Herêmî ya Erziromê ve li ser îtîrazê hatiye betalkirin.
Malbata Rojîn Kabaîş duh bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re civiya. Her çend lêpirsîna mirina keça ciwan bi awayekî piralî berdewam dike jî, hat gotin ku telefona wê ya desta dê ji bo lêkolînê ji Çînê re were şandin.