Bavê Rojîn Kabaîş ji Bîlal Erdogan piştgirî xwest
RûpelNews - Di serdana Necmeddin Bilal Erdoğan kurê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Weqfa Ilim Yayma bo Amedê de, Nizamettin Kabaîş bi Erdogan re hevdîtin pêk anî. Kabaiş bavê Rojin Kabaîş e; keça wî li Wanê winda bûbû û piştre termê wê yê bêcan hatibû dîtin.
Di hevdîtina ku li Mizgefta Mezin a Amedê pêk hat de, Kabaîş ji Bilal Erdogan xwest ku di warê zelalkirina lêpirsîn û pêvajoya dadwerî ya têkildarî mirina keça wî de piştgiriyê bide.
Nizamettin Kabaîş di axaftina xwe ya di hevdîtinê de bal kişand ser wê yekê ku lêpirsîna doza Gulistan Doku ya ku sala 2018an li Dersimê winda bûbû û heta niha ti agahî jê nehatine wergirtin hîn jî berdewam dike.
Kabaîş behsa wê êşa kûr kir ku piştî mirina keça wî kişandine û diyar kir ku rewşa doza Rojin Kabaîş a li Wanê, dişibe pêvajoya doza Gulistan Doku ya li Dersimê.
Bilal Erdogan li hember daxwaza Kabaîş a ji bo piştgiriya di zelalkirina mirina keça wî de, wiha bersiv da: "Agir li cihê ku dikeve, dişewitîne. Bi îzna Xwedê, dê dadgeh karê xwe bike; qet xem neke."
Rojin Kabaîş sala 2024an li Wanê winda bûbû û piştre termê wê yê bêcan ji Gola Wanê hatibû derxistin. Herçend lêpirsîna mirina Kabaîş demeke dirêj di rojeva giştî de mabû jî, malbata wê hîn jî daxwaz dike ku bûyer bi temamî were zelalkirin û berpirsiyar werin tespîtkirin. Bilal Erdogan di çarçoveya bernameya xwe ya li Amedê de, her wiha bi nûnerên rêxistinên cuda yên civaka sivîl ên li bajêr çalakiyan dikin re jî hevdîtin pêk anî.