TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Parêzerê malbata Kabaîş: Rojîn hat qetilkirin

📅 25 tebax 2026 13:53
Parêzerê malbata Rojîn Kabaîş Abdurrahman Karabulut, bal kişand ser delilin nû yên di rapora otopsiyê de û diyar kir ku Rojîn berî ku were kuştin, hat bêhişkirin anku xeriqandin û felc kirin.

RûpelNews - Di lêpirsîna li ser mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş de ku cesedê wê di 27ê Îlona 2024an de 18 roj piştî windabûna wê, li Wanê hatibû dîtin, rûdaneke nû çêbû.

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut, di daxuyaniyeke ku li ser medyaya civakî belav kir de, bal kişand ser delîlên rapora otopsiyê.

Karabulut diyar kir ku rapora otopsiyê nîşan dide ku Rojîn hat qetilkirin û wiha got: "Hhebûna Rocuroniumê di zik û organên navxweyî yên Rojînê de û Ornidazole di zikê wê de eşkere eşkere derket holê û ev yek îsbat dikin ku Rojîn hatiye bêhişkirin û bi felca bêhnstandinê hatiye kuştin."

Parve bike: