Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 noqavan hatin girtin
RûpelNews - Di doza Gulistan Doku de ya ku ji 5ê Çileya 2020an ve li Dêrsimê winda ye, pêşhateyeke nû rû da.
Parêzerê malabata Gulistan Doku Ali Çimen ragihand ku 2 noqavên ku beşdarî operasyonên lêgerînê yên li bendava Dêrsimê bûbûn, bi tohmetên "reşkirina delîlan" hatine girtin.
Çîmen di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de wiha got:
"Piştî windabûna Gulistan Doku, xwişka wê Aygul Doku gelek caran digot, 'Gulistan ne di bendavê de ye; divê birayên min ên noqavvan ji bo tiştekî nehewce nekevin nav wê ava sar ew hemû nexweş ketine.' Di dema operasyona 'Veşartinê' ya di 27ê Tîrmeha 2026an de, du noqav bi îdiaya ku wan delîlên derewîn li gola bendavê bi cih kirine da ku lêpirsîn ber bi encama xwekuştinê ve bibin, hatin girtin. Ev ne tiştekî din e ji bilî xerabiya safî."