Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de rojnamevaneke jin hat kuştin
RûpelNews - Tîmên Parastina Sivîlan a Lubnanê ragihandin ku termê Emel Xelîl piştî operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê hatiye dîtin.
Êrîş bi armancgirtina wesayîtekê li herêmê dest pê kir. Li gorî çavkaniyên herêmî, du kesên di wesayîtê de hatin kuştin, di heman demê de du rojnamevanên jin, Emel Xelîl û Zeyneb Farac, ên ku wê demê li herêmê bûn, ji êrîşê reviyan û xwe li maleke nêzîk girtin. Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ev mal jî armanc kiriye.
“Ambulans jî hat gulebarankirin”
Wezareta Tenduristiyê ya Lûbnanê ragihand ku bombeya dengî hatiye avêtin û gule li ambûlansa Xaça Sor a Lûbnanê ya ku ji bo derxistina birîndaran gihîştibû herêmê, hatiye reşandin, û ev yek demekê rê li ber midaxeleya tîman girt. Daxuyaniyê destnîşan kir ku di du êrîşên hewayî yên cuda de li Tayriyê, gundekî navçeya Bint Cebîlê, du kes hatine kuştin, û rojnamevana Zeyneb Farac jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Artêşa Îsraîlê daxuyanî da
Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniyekê de, got ku du wesayît li başûrê Lubnanê ji cihekî ku tê îdiakirin a Hizbulahê ye, hatine tespîtkirin ku derdiketin û li ser wê bingehê ku kesên tê de "xeta parastinê binpê kirine" hatine armancgirtin. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku yek ji wesayîtan hatiye lêdan, dema ku kesên di ya din de jî dema ku xwe li malekê girtibûn hatine armancgirtin. Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.