TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Di 10 rojan de 176 êrîş li Hewlêrê hatin kirin

Gülbahar Altaş
Edîtor
📅 09 adar 2026 20:27
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, ragihand ku di 10 rojên borî de 176 mûşek û dron Hewlêrê hedef kirin, lê piraniya wan têkbir bûn. Xoşnaw daxwaz kir ku hikûmeta Îraqê sînoran kontrol bike da ku êrişên dijwar têkbir bûn.

RûpelNews - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, ragihand ku di 10 rojên borî de 176 mûşek û dron Hewlêrê hedef kirin, lê piraniya wan têkbir bûn.

Êrişên mûşekî û dronî

Parêzgarê Hewlêrê, îro di konfêransêkê rojnamegeriyê de got: 

“Ji şemiya borî ve heta niha, Hewlêr rûbirûyî êrişên dijwar bûye ku zêdetirî 176 dron û mûşek bûne. Êrişan li gelek deverên cuda bûne, sedema zererên madî û canî.”

Xoşnaw diyar kir ku piraniya wan mûşek û dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ve têkbir bûn.

Helwesta Herêma Kurdistanê

Li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya li hemberî van êrişan, Umêd Xoşnaw got:
“Gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha asta herî bilind a sebir û tehemulê nîşan daye li hemberî wan êrişên ku ji aliyê komên çekdar ên terorîst û neyasayî ve têne kirin, ku di bin desthilata hikûmeta federal de ne.”

Xoşnaw hişyarî da ku eger Bexda helwesteke ciddî nîşan nede, hikûmeta Herêmê û gelê Kurdistanê dê bi piştrastî rêkarên din bigirin ber.

Têkçûna rewşa navçeyê 

Parêzgarê Hewlêrê jî behsa pirsgirêka xizmetguzariyan kir, ku pirsgirêka gazê peywendîdar e bi têkçûna rewşa navçeyê û şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê, ku bûye sedema rawestandina hilberîna li qada gazê ya Kormorê.

Xoşnaw diyar kir ku ev bandor rast li ser stasyonên karebayê û dabînkirina gaza malan kiriye, bûye sedema qeyranê û bilindbûna bihayên wê.
 

Parve bike: