Kurdistan
Li Hewlêrê êrîşên bi dron hatin kirin
Li paytext Hewlêrê li ser depoya dexlûdanê bi dronan êrîş hatin kirin. Di bûyerê de ziyaneke mezin a maddî çêbû.
RûpelNews - Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand, bi du dronên bombekirî yên ji cureyê "Hadid 110", êriş li ser depoyeke dexlûdan ya li sînorê qezaya Qoştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hate kirin.
Hat destnîşankirin, di encama vê êrişê de ziyaneke zêde ya madî gihîştiye depoyê, lê tu tişt bi tu kesî nehat.
Dijeterora Kurdistanê bi tundî nerazîbûna xwe li hemberî vê êrîşê nîşan da û ragihand: "Em bi tundî wan êrişên terorîstî şermezar dikin ku armanca wan cihên sivîl in."