TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Derbarê Rahmi Koç de lêpirsîn: Sivikatî li jinên Kurd kiribû

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 06 hezîran 2026 11:43
Derbarê karsazê Tirk Rahmi Koç de ku ji ber gotinên xwe yên li dijî jinên Kurd rastî bertekan hatibû, bi tohmeta 'sivikatî-heqeretê' lêpirsîn hate destpêkirin.

RûpelNews - Karsazê 95 salî Rahmi Koç ku yek ji dewlemendên Tirkiyeyê bi gotinên xwe yên li ser jinên Kurdan di medyaya civakî û siyaseta vî welatî de bû sedema nerazîbûneke mezin.

Piştî bertekên zêde ji nav civakê Serdozgeriya Îzmîrê ragihand der barê Koç de lêpirsîn hat destpêkirin. Koç bi "sivikatî-tehdekirin" hat tohmetbarkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek jî di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir tekez kir ku gotinên wiha, yên ku rûmeta jinan binpê dikin, tu carî nikarin di bin navê 'mîzah' an 'pêkenok' de bên rewakirin. Gurlek wiha got:

"Piştî gotinên ku ji aliyê karsazekî ve di merasîmeke vekirinê de hatin gotin, ku wekî hedefgirtina jinan û welatiyên ji komeke etnîkî ya taybet hatin nirxandin, ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Îzmirê ve lêpirsînek hatiye destpêkirin.

Rastiya ku gotinên wiha di bin navê "pêkenok" an jî mîzahê de tên gotin, bêhurmetiya li hember jinên me û beşeke taybet a civaka me sivik nake. Em di pabendiya xwe de bi biryardarî disekinin ku li dijî her cure muameleya cihêkariyê ya ku li ser rûmeta jinên me ku kevirê bingehîn ê civaka me ne û welatiyên me tê kirin, bisekinin."

Çi bibû?

Karsaz Rahmi Koç di vekirina nexweşxaneyekê de li Îzmîrê got: "Bijîşk guh da gilî û gazincên jina kurd. Gava wî got, 'Xanim, were pişt perdeyê û cilên xwe ji xwe bike,' jinika kurd bersiv da, 'Bijîşk, tu pêşî cilên xwe ji xwe bike." 

Ev gotin rastî bertekên mezin ên xelkê hat. 

 

 

Parve bike: