Tirkiye
Rahmi Koç lêborîna xwe xwest: Sivikatî li jinên Kurd kiribû
Karsazê navdar ê Tirkiyeyê Rahmi Koç ji ber gotınên xwe yên li dijî jinên Kurd bû sedema nerazîbûneke mezin li nav civakê lêborîna xwe xwest.
RûpelNews - Dema vekirina nexweşxaneyekê li Îzmirê gotinên ku ji aliyê Rahmi Koçê karsaz ên li ser jinên Kurd hatibûn kirin, bû sedema nîgeraniyeke mezin.
Piştî bertekên tund, Serdozgeriya Îzmirê li ser tawanbariya "bi awayekî giştî heqaretkirina beşek ji nifûsê" li ser Rahmi Koç lêpirsîneke fermî da destpêkirin. Piştî biryara destpêkirina lêpirsînê, Rahmi Koç lêborîna xwe xwest.
"Ez ji dil lêborînê dixwazim"
Di daxuyaniya xwe de, Rahmi Koç diyar kir ku mebesta gotinên wî ne ew bû ku aliyekê bike hedef, û wiha got:
"Ez ji dil lêborînê ji bo gotinên xwe dixwazim ku mebesta wan ne ew bû ku aliyekê taybet bike hedef. Ez dixwazim xemgîniya xwe bi dilpakî ragihînim."