Demîrtaş û Mizrakli: Wekî girtina me berdana me jî dê polîtîk be
RûpelNews - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Şaredarê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Selçuk Mizrakli ku nêzîkî 10 salan e li Girtîgeha Edirneyê girtî ne, daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Peyama hevbeş a Demîrtaş û Mizrakli ji aliyê şandeya ku tê da nûnerên DEM Partî û partiyên din ên çep sosyalîst hebûn bo raya giştî hat ragihandin.
"Em pir baş in û moralê me bilind e"
Demirtaş û Mizrakli diyar kirin ew ji bo girtîgehê derkevin hisaba jimartina rojan nakin û gotin: "Çawa ku girtîbûna me siyasî bû, dê azadbûna me jî wisa be."
"Tirkiye niha li ber guhertinên mezin e"
Demîrtaş û Mizrakli bal kişandin ser proseya aştî ya li Tirkiyeyê ku bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin piştgiriya xwe bo proseyê ragihandin û gotin: "Ya girîng ew e ku xebera mirinan nayê pêwîst e ev rewş bi yasayan were mayîndekirin. Ji bo pêşveçûn û bihêzbûna siyaseta demokratîk çi ji destê me em amade ne ku bikin. Tirkiye êdî gihiştiye wê qonaxê ku guhertinên mezin li pêş e."