Di salekê de 7 hezar 825 kes ji bo wergirtina fidyeyê hatin revandin
RûpelNews - Daneyan nîşan dan ku hejmara qurbaniyên revandinê li gorî sala borî %66 zêde bûye; bi giştî daxwaza fidyeyeke bi qasî 22.9 milyar naira (17.2 milyon dolar) hatiye kirin û bi rastî jî 7.78 milyar naira hatiye dayîn.
Di raporê de bal hat kişandin ser zêdebûna mîqdara fidyeya hatî dayîn û hate gotin ku ev yek nîşan dide ka revandina mirovan çawa ji bo rêxistinên sûcdar bûye çalakiyeke bi qezenc û herwiha ev bûyer ji herêmên Bakurê Rojava û "Middle Belt" wêdetir belav bûne.
Hat destnîşankirin ku tevî operasyonên hêzên ewlehiyê jî, faktorên wekî pêvajoyên dadwerî yên lawaz, nebûna hevrêziya îstîxbaratî, xizanî û bêkarî, hêsankariyê ji bo çalakiyên komên sûcên rêxistinkirî re dikin.
Nîjerya demeke dirêj e li beşên cûrbecûr yên welêt rûbirûyê êrîşên çeteyên çekdar û herwiha rêxistinên terorîst e – di nav wan de Boko Haram, Lakurawa û ISWAP hene.
Herçend cezayê revandina mirovan li welêt darvekirin be jî, bûyerên revandina mirovan ji bo wergirtina fidyeyê hîn jî pir caran rû didin.
Kesên çekdar bi gelemperî gund, dibistan û rêwiyên li bakurê welêt dikin armanc da ku daxwaza fidyeyê bikin.