TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Nêzîkî 6 hezar mirîşk hatin kuştin

📅 25 hezîran 2026 13:26
Li bajarê Mêrsînê nêzîkî 6 hezar mirîşkên qaçax ku qeydê wan tune bûn hatin kuştin.

RûpelNews - Parêzgariya Mêrsînê ragihand ji bo parastina tenduristiya xelkê tîmên wan xebatên pêwîst didomînin.

Di dema xebatên tîman de qemyonek hat rawestandin ku tê da 5 hezar û 890 mirîşk hebûn. Hat diyarkirin ku ev mirîşkên ku bê belge bûn anku ji kuderê anîne nediyar bûn li ser vê dest danîn ser mirîşkan.

Ji ber ku qeyd û belgeya mirîşkan tune bûn û ji kuderê hatine şandin nediyar bûn ew mirîşk hemû yek û yek hatine kuştin.

Parve bike: