TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Demîrtaş ragihand: Selçuk Mizrakli tê berdan

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 05 îlon 2026 15:06
Selahattîn Demîrtaş ragihand ku Selçuk Mizrakli Hevşaredarê berê yê Şaredariya Mezin a Amedê yê ku 4 sal û nîv in di heman girtîgehê de tê ragirtin, dê roja Sêşemê 8ê Îlonê were berdan.

RûpelNews - Selahattîn Demîrtaş, hevserokê berê yê HDPê ku nêzîkî 10 sal in di girtîgehê de ye, ragihand ku Selçuk Mizrakli yê Heşaredarê berê yê Şaredariya Mezin a Amedê ku di heman girtîgehê de ne dê roja Sêşemê were berdan.

Demîrtaş derbarê berdana Mizrakli de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyekê belav kir.

Demîrtaş li ser Mizrakli wiha got: "Wî tenê karî 4 mehan şaredarî bike. Piştî wê, wî heft salan li girtîgehê derbas kir  bêguneh, bê sûc, bê delîl û bi awayekî neqanûnî."

"Êdî ew emanetê we ye"

Demîrtaş ragihand Mızraklı dê roja Sêşemê, 8ê Îlonê, were berdan û got: "Ev 5 salên borî, min ew spartiye xwe û wî jî ez. Ew ê sibeha Sêşemê ji vir derkeve û heta êvarê dê li Balafirgeha Amedê be. Êdî ew emanetê we ye."

Di dawiya parvekirina xwe de, Demîrtaş çend hevokên bi kurdî jî bi cih kirin û wiha nivîsî:

"Tu her hebî Mamoste. Her bijî. Biçe rêya te her tim vekirî be."

Parve bike: