TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

DEM Parti ragihand: Gelo Demîrtaş di îlonê de tê berdan?

📅 13 tebax 2026 14:29
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, derbarê îdiayên ku dibêjin hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dê di meha îlonê de were berdan, wiha got: "Tu sedemeke yasayî nîn e ku ne Demirtaş di girtîgehê de bimîne. Divê demildest bê berdan."

RûpelNews - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda partiya xwe derbarê mijarên rojevê de daxuyanî dan.

Ayşegul Dogan bersiv da îdiayên ku dibêjin hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dê wekî beşek ji pêvajoyê piştî amadekirina qanûna çarçoveyê di meha îlonê de were berdan.

Dogan di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji bo ku em karibin li şûna gotegot û îdiayan li ser rastiyan nîqaş bikin, pêwîst e em bernameya demî ya cîbicîkirina qanûnê bibînin. Pêwîst e bernameya demî ya avakirina komîteyan bi raya giştî re were parvekirin. Ji bo ku ne Demirtaş û ne jî Yuksekdağ di girtigehê de bimînin, tu hinceta yasayî nîn e. Em di nav pêvajoyeke ji bo ji holê rakirina sedemên siyasî yên li pişt vê yekê de ne. Jixwe biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî hene li gor van biryaran divê Demirtaş û Yuksekdag ji berê de bihatana berdan."

Ji aliyê din ve Dogan derbarê kongreya DEM Partiyê de ku 20ê Îlonê dihat plankirin ragihand ku dîroka kongreyê guhertin, 6ê Îlonê kongreya DEM Partiyê li Enqereyê dê bê sazkirin.

Parve bike: