TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Dê Rûsya ‘nameya Guaido’ binirxîne

📅 01 sibat 2019 18:43

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov li ser krîza seroktiyê ya Venezuelayê ku beriya niha seroktiya Juan Guaido red kiribû, daxuyanî da ku dibe nameya wî binirxînin.

Peskov got, “Heger em nameyê jê werbigirin emê binirxînin. Lê em Guaido wekî serokdewlet nas nakin.”

Peskov li ser dorpên Amerîkayê yên bo Venezuelayê jî diyar kir, ti pêwendiyeke Rûsyayê bi firotina zêrên Venezuelayê nîne û got, “Heger Venezuela dixwaze zêran bifiroşe ew mafê wan e.”

Peskov destnîşan kir, "Me nameyeke wisa (Ji Serokê nû Juan Guaido) nestandiye. Heke nameyê em werbigirin emê binrxînin. Le em Guaido wekî serok nas nakin. Şirîkî Rûsyayê li Venezuelayê Nicolas Maduro û hikûmeta wî ye.”

Parve bike: