Cîhan dikele: Pêla germahiya li Ewrûpayê belav dibe, ber bi Tirkiyeyê ve tê
RûpelNews - Li gorî nirxandinên dawî yên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê (MGM), heta dawiya hefteyê di germahiyê de guherîneke berbiçav nayê payîn. Lêbelê, tê pêşbînîkirin ku ji hefteya bê û pê ve germahî li seranserê welêt bilind bibe.
Bandoreke neyînî li ser jiyana li Ewrûpayê kiriye
Germahiya zêde ya ku bandorê li seranserê Ewrüpayê dike, bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike. Ji ber germahiyên bilind li Fransa, Spanya, Îtalya û Brîtanya hişyariyên xwe derxstina asta so.
Li Parîsê, demjimêrên serdanê li Birca Eyfelê hatine kurtkirin, di heman demê de li seranserê parzemînê bi sedan dibistanan ders rawestandine. Her wiha hatiye ragihandin ku hejmareke mezin ji kesên ku ji bo xwe hênik bikin ketibûn avê, xeniqîne.
Li Brîtanyayê, ku tê payîn germahî bigihîje 40 pileyî, tê zanîn ku dibe ku di xizmetên veguhestinê de astengî çêbibin û hin dibistan jî bi awayekî demkî werin girtin.