Çîftyurek: Tirkên Qibrisê xwedî dewlet in lêbelê 50 milyon kurd bêdewlet in
RûpelNews - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Sînan Çîftyurek, di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî Xê de, li ser mijara statû û ewlehiya kurdan nirxandinek kir.
Di parvekirina xwe de, Çîftyurek anî ziman ku her çend Tirkên Qibrisê xwedî nasnameyeke navneteweyî ya bisînor be jî, dewleta wê heye û di bin garantiya Tirkiyeyê de ye, lê belê kurd ji statuyeke bi vî rengî bêpar in.
Çîftyurek di parvekirna xwe de wiha got: "Heta eger kesekî nas neke jî, gelê Qibrisê yê Tirk, ku hejmara wan 400 hezar e, dewleteke wan heye. Xwedî û garantorekî wê heye: Tirkiye. Lêbelê neteweya kurd a ku ji 50 milyonî pêk tê, xwedî tiştekî ji van nîne." Çîftyurek herwiha got ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye bi hev re tevdigerin da ku nehêlin kurd bigihîjin statuyeke wiha.
Rexne li her çar dewletan girt
Çîftyurek nirxandina xwe wiha anî zimên: "Hevbendiya Tirkiye-Îran-Îraq-Sûriyeyê her tiştî dike da ku statuya Kurdistanê tune bike! Ka we digot 'kurd tirk in? tirk kurd in?" Serokên Hevpeymaniya Gel dibêjin: ‘Ew ê bibînin ka bêdewletî, bêhêzî û nebûna garantiyan çi li gelekî dikin. Ewlekarî, ax, serwerî û paşeroja Tirkên Qibrisê ji ti xeyalê, ti bandoreke derve, an jî ti xeyaleke dîplomatîk re nayê hebakirin. Tirkiye dê mafê hebûna Tirkên Qibrisê biparêze…"