Erdogan: Em pêvajoyê wek projeyeke dewletê dimeşînin
RûpelNews - Di axaftina xwe de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser karên ku wek beşek ji Pêvajoya Aştiyê ya Nû tên kirin û behsa hestiyariyên xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane kir.
Serok Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di 'Merasîma Pişka ji bo bicihkirina xizmên şehîdan, gaziyan û xizmên gaziyan di saziyên giştî de' axivî.
Erdogan destnîşan kir ku tevî astengiyên cihêreng û hewldanên ji bo têkbirina pêvajoyê, di du salên borî de pêşketineke girîng çêbûye û got ku pêvajoyê, bi taybetî di 6 mehên dawî de di birêvebirina şer û krîzên li welatên cîran de, tevkariyên stratejîk pêk anîne.
Giringî li ser lihevkirina li parlementoyê
Erdogan her wiha behsa rêziknameyê kir, ku bi 467 dengan ji aliyê Parlementoyê ve hatibû pejirandin û niha bûye qanûn.
Erdoğan destnîşan kir ku Parlementoyê mînakeke bêhempa ya lihevkirinê nîşan daye û diyar kir ku vê geşedanê ji bo pêvajoyê bawerî çêkiriye.
Erdogan, ku diyar kir ku hewldan dê ji bo anîna aştî û aramiyê ji bo Tirkiyeyê û herêmê berdewam bikin, got ku nêzîkatiyeke hestiyar a li hember hestên xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane dê were parastin.