Çevik: Ne Rûsya bûya, me nikaribû tistek jî bikira
Şêwirmendê serokkomarê Tirkiyê İlnur Çevik li ser rola Rûsyayê ya di mijara Efrîn û Mertala Firatê de agahiyan da CNNê:
“Eger ne Rûsya bûya, ti dev ji El Bab û Efrînê berde, me nikaribû yek balafireka bê mirov bifiranda.”
Tirkiye hêj nû alîkariya Rûsyayê beyan dike. Rûsya sîstema parastina hewayî ya ku navenda wê Hmeymima Lezkiyê ye, da rawestandin û Tirkiye hin nû karibû balafirên şer û yên bê mirov li ser esmanê Efrîn û El Babê bifirîne.
Çevik ragihand ku şiyanên Erdoğan wan kiriye ortaxê masa Sûriyê. Çevik weha dewam kir: “Dema li Sûriyê çareserî çêbibe, kî dibêje wê rejîm li pêşiya herkesî be? Serkeftina mezin ya li Efrînê, me kir şirîkê masa Sûriyê. Li Sûriyê kî li ser masê heye? Rûsya, Tirkiye û Rûsya heye. Amerîka xwar rûniştiye. Li ser kursiyeka ling şikestî rûniştiye. YPG-PYD kursiyên lingşikestî ne.”