Çapemeniya Îranê: Ahmedînejad hat kuştin
RûpelNews - Çapemeniya Îranê ragihand ku Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di êrîşên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine pêkanîn de jiyana xwe ji dest da.
Hin raportan îdia kirin ku Ehmedînejad ligel sê parêzvanên xwe di êrîşeke mûşekî de hatiye kuştin.
Lêbelê, heta niha ji aliyê rayedarên Îranê an jî çavkaniyên navneteweyî yên serbixwe ve ti daxuyaniyeke fermî ya ku vê îdiayê piştrast bike, nehatiye dayîn.
Ahmedînejad kî ye?
Mehmûd Ahmedînejad di 28ê Cotmeha 1956an de li Aradanê ji dayik bû. Ahmedînejad şeşemîn serokomarê Îranê bû.
Ew herwiha serokê sereke yê siyasî yê Hevbendiya Avakerên Îslamî yên Îranê bû, ku hevpeymaneke komên siyasî yên kevneperest li welêt bû. Ji sala 2003an heta 2005an, wî wek şaredarê Tehranê kar kir.
Di 12ê Nîsana 2017an de, tevî nerazîbûnên Xameneyî, niyeta xwe ya ji bo namzediya serdema sêyemîn di hilbijartina serokomariya Îranê ya 2017an de ragihand. Namzediya wî ji aliyê Encûmena Parêzvanan ve hat redkirin.
Ahmedînejad di dema xwepêşandanên Îranê yên 2017–18an de hikûmeta Îranê ya heyî rexne kir.