TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Bilêtên Amedsporê di nava nîv saetê de hatin firotin

📅 13 tebax 2026 15:01
28 hezar bilêtên ji bo maça Amedsporê ya li dijî Erzurumsporê di nava nîv saetê de hatin firotin. Ev yek weke eleqe û kelecaniyeke mezin a alîgirên Amedsporê hat nîşandan.

RûpelNews - Amedspor ku di dîroka xwe de cara yekem îsal di Sûper Lîgê de wê bileyize di hefteya yekem a Super Lîgê de 16ê Tebaxê li mala xwe mazûvaniya Erzurumspor bike. Beşdarbûna klûbê îsal di Super Lîgê de kelecana futbolê li nava kurdan zêdetir kir.

Bilêtên maça Amedsporê ya li dijî Erzurumsporê, tenê 30 deqe piştî ku ketin sîstema firotinê, nêzîkî 28 hezar heb hatin firotin.

Ev eleqe jî wek nîşaneya hezkirina kurdan bo tîma Amedsporê hat nirxandin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi û Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak jî dê serdana Amedê bikin û her du wezîr dê ji stadyûmê li maça Amedspor û Erzurumsporê temaşe bikin.
 

Parve bike: