TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Bi kêrê gef li kurdan xwaribû: Hat girtin

📅 24 tebax 2026 12:27
Gumanbarê ku li bajarê Duzceya Tirkiyeyê hewl dida bi kêrê êrîş li karkerên kurd ên ji Mêrdînê bike hate girtin. Parêzgariya Duzceyê diyar kir ku êrîş li dijî nasnameya karkeran nîn e bûyereke adlî ye.

RûpelNews - Çend karkerên kurd ên ji Mêdînê ji bo kar çûbûn bajarê Duzceyê rastî gefa bi kêr hatibûn.

Parêzgariya Duzceyê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û rgaihand ku gumanbarê ku di destê wî de kêr hebû gef li li karkerên kurd xwaribû hat girtin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê gumanbarê hat girtin kesekî serxweş bû û ji berê de 7 dosyayên wî sûcê hene û ev bûyera dawî bûyereke adlî ye, êrîşeke li dijî nasnameya karkeran hatiye kirin nîn e.

 

 

 

Parve bike: