TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Lijneya Neteweyî ya Hevgirtin û Yekbûnê Civiya

📅 28 îlon 2026 10:14
Lijneya Koordînasyonê ya Neteweyî ya Hevgirtin û Yekbûnê li Qesra Serokomariyê, bi serokatiya Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz civiya.

RûpelNews - Wezîrê Dadê, Akin Gurlek; Wezîrê Karên Hundir, Mustafa Çîftçî; Wezîrê Parastina Neteweyî, Yaşar Guler; Sekreterê Giştî yê Serokoariyê, Hakki Susmaz; Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT), Îbrahîm Kalin; û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî, Okay Memîş beşdarî civînê bûn.

Ji bilî karên ku niha tên meşandin, tê payîn ku rojeva Konseyê nîqaşek li ser hevrêziya di navbera saziyên têkildar de jî li xwe bigire.

Tê payîn ku piştî civînê ji aliyê lijneyê ve daxuyaniyeke nivîskî were weşandin.

Parve bike: