TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Bavê ku xwest teliga keça xwe ji golê derbixe di xeniqî

📅 25 tîrmeh 2026 19:07
Li Edeneyê kesekî bi navê Şahîn Dogan ê 40 salî xwest ku teliga keça xwe ji golê derbixe lê belê di golê xwe xeniqî.

RûpelNews - Bûyer li GOla Bendava Seyhanê qewimî. Şahîn Dogan ê 40 salî bi malbata xwe re çûyîbû seyranê. Hat gotin ku teliga keça Şahîn Dogan kete ava golê. Dogan xwest ku teliga keça xwe ji avê derbixê lê belê nekarî bi melevaniya ji avê derkeve û xeniqî.

Piştî ku xizmên wî rewş ragihand Navenda Banga Lezgîn a 112an, tîmên Beşa Binavê ya Midûriyeta Polîsê Parêzgehê û tîmên tenduristiyê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.

Dogan, ku piştî operasyonên lêgerînê yên ji aliyê tîman ve hatin kirin ji avê hat derxistin, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çukurova ya Balcali.
Hat ragihandin ku tevî hewldanên mezin ên bijîşkan, Şahîn Dogan nekarî were xilaskirin û jiyana xwe ji dest daye.

Mirina vî bavî, yê ku jiyana xwe xistibû xeterê ji bo ku teliga keça xwe yên ku ketibûn nav avê derxîne, malbat û hezkiriyên wî di nav şîneke kûr de hişt.

Termê Dogan ji bo otopsiyê û tespîtkirina sedema teqez a mirinê, bo morga Enstîtuya Tibba Edlî ya Adanayê hat veguhestin.

Parve bike: