Şara ji ber gotinên bavê xwe ji gel lêborîn xwest
RûpelNews - Serokomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ahmed Şara, bi kesayetiyên pêşeng ên bajêr re hevdîtin kir û ji ber gotinên ku ji aliyê bavê wî Huseyin Şara, li dijî gelê Deyrîzorê hatibûn kirin lêborîn xwest.
Huseyin Şara, di hevpeyvînekê de derbarê xelkê Deyrîzorê gotibû: "Ew cahil, nezan in." Piştî van gotinan xelkê Deyrîzorê daket kolanan û xwepêşandan lidarxistin û Huseyin Şara protesto kirin.
Li ser nerazîbûna xelkê, Ahmed Şara bang li xelkê kir û ji ber gotinên bavê xwe ji gel lêborîn xwest.
Şara wiha got: Gelê Deyrîzor di dilê min de cihekî taybet digirin. Ji ber gotinên bavê xwe beriya we ez pir êşiyam. Dîroka kûr a gelê me hem li navenda bajêr û hem jî li derdora Deyrîzor ji van gotinan pir bihêztir e; ne hewce ye ku mirov li ser vê yekê nîqaşê jî bike. Li ser navê bavê xwe, ez ji hemû gelê Deyrîzor lêborînê dixwazim."