Barzanî: Peymana Amerîka û Îranê ewlehiya herêmê xurt dike
RûpelNews - Serok Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" belav kir û ragihand ku ew bi dilxweşî pêşwaziya lihevkirina Washington û Tehranê dike.
Barzanî hêvî kir ku hemû aliyên peywendîdar bi "niyeta pak" kar ji bo bicihanîna hemû xalên vê lihevkirinê bikin, da ku aştî û ewlehiya li navçeyê bêtir xurt bibe.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya hemû wan alî û welatan kir ku di gihîştina vê serkeftina dîplomatîk de, roleke hêsankar û piştgir lîstine.
Tê payîn ku ev lihevkirin roja Înê, 19ê Hezîranê, li Swîsreyê bi fermî were îmzekirin. Li gorî zanyariyên ku di medyayê de hatine belavkirin, Îran dê 24 mîlyar dolar ji pereyên xwe yên asêkirî werbigire û li beramberî wê dê ji bo 15 heta 20 salan dewlemendkirina uranyumê bide rawestandin.