Barzanî: Divê mafên hemû pêkhateyên li Sûriyê bên parastin
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera li Şamê bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Piştî merasîma pêşwaziyê, di navbera her du aliyan de hevdîtin pêk hatin. Serok Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyekê belav kir.
Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Şamê anî ziman û diyar kir ku di hevdîtina xwe ya bi Şera re, wî tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên hemû civakên etnîkî û olî yên li Sûriyê kiriye.
Barzanî derbarê hevdîtinê de wih got:
"Piştî salên zehmetiyê, Sûriye niha xwedî derfeteke dîrokî ye ku xwe sererast bike, ji nû ve ava bike. Min baweriya xwe anî ziman ku, di bin serokatiya birêz Şera de, Sûriye dikare ber bi aramî, geşbûn û paşerojeke geş a ji bo hemû gelê xwe ve biçe. Min piştgiriya xwe ji bo Sûriyeke aram û yekgirtî ku mafên hemû civakên etnîkî û olî lê tên parastin ji nû ve tekez kir."
Barzanî bal kişand ser girîngiya aştiya herêmî û wiha axivî: "Me li ser girîngiya lîstina roleke avaker di pêşxistina aştiya herêmî û ewlehiyê de nîqaş kir. Wek cîran, Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê gelek berjewendiyên hevpar parve dikin û potansiyeleke girîng heye ji bo berfirehkirina hevkariya aborî ji bo berjewendiya hemû gelên me."