TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Divê rûmet û mafên karkeran bêne parastin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 gulan 2026 11:13
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, bi boneya 1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê peyamek weşand û tekezî li ser pêwîstiya parastina rûmet û mafên karkeran kir.

RûpelNews - Di peyama xwe de, Neçîrvan Barzanî diyar kir, "Divê hawîrdoreke ewle û adil were misogerkirin ku tê de rûmet û mafên her karkerekî werin parastin."

Barzanî, di peyama xwe de, silavên xwe pêşkêşî hemû karkerên li Kurdistanê, Iraqê û li seranserê cîhanê kir û bal hat kişandin ser rola karkeran a di civakê de.

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat weşandin de, peyamên derbarê başkirina şert û mercên kar û parastina mafên karkeran de jî hatin tekezkirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran bi germî li hemû karkerên Kurdistan, Îraqê û cîhanê û sendîka û rêxistinên wan pîroz dikim.  Ez bi rêz û pêzanîneke zêde li ked û westiyana wan dinêrim ku di pêvajoya avakirin û bipêşketina welêt de xwedî roleke çalak in. Em di vê rojê de careke din tekeziyê li ser piştgiriya xwe ya tam a ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran dikin.

Em pêdagir in li ser pêdiviya pêbendbûna tam a bi yasaya kar û her wiha dabînkirina jîngeheke ewle û dadperwer ku tê de rûmet û mafên hemû karkeran parastî bin û jiyan û debareke hêja ji bo wan were dabînkirin.

Em silavan ji bo giyanê wan karkeran dişînin ku li ser kar canê xwe ji dest daye. Divê aliyên pêywendîdar di çavdêrî û alîkariya malbat û xizmên wan de erkên xwe yên tam bi cih bînin û piştgiriya pêdivî pêşkêşî wan bikin”

Nêçîrvan Barzanî, ji bo hemû karkeran hêviya bêhnvedaneke aram û serkeftinê xwest.


 

Parve bike: