TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Banka Netewî ya Kurdistanê tê damezrandin

📅 01 tebax 2021 21:45

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê bi navê Banka Netewî bankeyeke nû tê damezrandin ku wê bi Banka Navendî ya Iraqê ve bê girêdan û aboriya Herêma Kurdistanê jî geş bike.

Rêveberê Banka Bazirganî Mewlud Sabir, ji K24ê re diyar kiriye ku wê sermiyanê Banka Netewî 250 milyar dînar be û girêdayî Banka Navendî ya Iraqê be.

Herwiha Sabir aniye ziman ku Banka Navendî ya Iraqê şaxa wê ya Kurdistanê tenê karûbarên hikûmeta Iraqê pêk tîne û ti pêwendiya wê bi Herêma Kurdistanê re nîne.

Mewlud Sabir daye zanîn ku wê 90 bankeyên Herêma Kurdistanê girêdayî Banka Netewî kar bikin û wek banka navendî li Kurdistanê xebata xwe bike û vegustina dînar û dolaran jî bike.

Parve bike: