TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Balafirekî Rûsya ya Su-25 ket

📅 21 hezîran 2022 22:12

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li devera Rostovê balafira modela Su-25 ya şer ket û pîlotê wê jiyana xwe ji dest da. Li gor ragihandina navenda çapemeniya leşkerî ya başûr ya artêşa Rûsyayê, balafir di wexta ku perwerda xwe ya  plankirî dikir de ketiye. Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku pîlot jiyana xwe ji dest daye û di wexta ketina balafirê de, di balafirê de muhîmmat tinebûye. Balafir ketiye ciyekî tenha û ti zerar negihaye kesekî an deverekî.

Navenda çapemeniyê ragihand ku sedema ketina balafirê teknîkiye û ji hêzên hewayî û fezayî heyetekî li ciyê qezayê lêkolîna xwe dike.

Parve bike: