Bahçelî bertek nîşan da; Rawest û KSCê daxuyanî da: Em şaş hatin fêmkirin
RûpelNews - Lêkolînên Rawest û Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) piştî berteka Serokê MHPê Devlet Bahçeli ya li hember lêkolîna ku wan li ser Amedsporê kiribû, daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Rawestê hate parvekirin de, hate destnîşankirin ku her du rêxistinan ji destpêkê ve pêvajoya ku hikûmet wekî "Tirkiyeyeke bê Teror" bi nav dike, şopandine û hewl dane ku tê de beşdar bibin.
Rêxistinan destnîşan kirin ku, di çarçoveya vê yekê de, wan çalakiyên cihêreng organîze kirine û nêrînên xwe bi beşdarbûna komîteya pêwendîdar a Paralmentoya Tirkiyeyê ya ku ew hatibûn vexwendinê, parve kirine.
"Amedspor pireke girîng e"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca lêkolîna li ser Amedsporê ne ew bû ku zirarê bide hevgirtina civakî, lê belê berevajî, ji bo xurtkirina wê bû.
Rawest û KSC di daxuyaniya xwe de ev gotinên jêrîn diyar kirin:
"Lêkolîna futbolê ya ku me vê dawiyê pêk anî nîşan dide ku werzîş dê ji bo xurtkirina hevgirtina me ya civakî tevkariyeke girîng bike û piştrast dike ku Amedspor di xurtkirina têkiliyên civakî û yekîtiyê de wek pireke girîng kar dike."
"Armanca lêkolîna me şaş hatiye fêmkirin"
Her du rêxistinan destnîşan kirin ku Bahçeli bi însiyatîfên ku wî ji Cotmeha 2024an ve girtibûn, pêşengiya destpêkirin û pêşveçûna pêvajoyê kiriye, û diyar kirin ku gotinên Serokê MHPê nîşan didin ku armanca lêkolînê şaş hatiye fêmkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wekî rêxistinên ku ji destpêka pêvajoyê ve beşeke girîng a hewildanên xwe ji bo aştiya civakî terxan kirine, em vê şaşfêmkirinê rast bikin wekî berpirsiyariya xwe dibînin."
Di lêkolînê de derbarê Amedsporê de çi encam hatine destnîşankirin?
Lêkolîna bi navê 'Lêkolîna li ser Nêrîn û Piştgiriya ji bo Amedsporê di Nav Kurdan de', ku bi hevkariya Navenda Lêkolînên Kurdî û Lêkolînên Rawest, bi piştgiriya Friedrich-Ebert-Stiftungê hatiye amadekirin, di 28ê Tebaxê de hate weşandin.
Lêkolînê eşkere kir ku ji nifûsa giştî ya nêzîkî 12.5 milyon kurd, sêyeka wan piştgiriya Amedsporê dikin. Hat destnîşankirin ku ji sedî 38ê beşdaran Amedspor wekî "nûnerê nasnameya xwe" didîtin, lê ji sedî 24an jî yaneyê wekî "tenê tîmeke futbolê" pênase dikirin.
Bahçeli: Hewldana zindîhiştina xiyaneta cudakariyê ye
Bahçeli, bi tundî li dijî rapirsiyê derket, û kesên ku ew amade kirine wekî "lêkolînerên lîstokên emperyalîzmê ne" bi nav kir.
Bahçeli, îdia kir lêkolîn hewaya aştî û biratiyê ya ku ji aliyê pêvajoya 'Tirkiyeyeke bê Teror' ve hatiye afirandin dike hedef, got: 'Lêkolîn îdia dike ku alîgirên Amedsporê xêza di navbera futbol û nasnameyê de xurtir kirine û hewl dide xiyaneta cudakariyê zindî bihêle.'
Bahçeli her wiha tekez kir ku Amedspor "klûbeke futbolê ya tirkî ye û divê wisa bimîne", û bang li rêveberiya klûbê û gelê Amedê kir ku li dijî her provokasyoneke muhtemel bertek nîşan bidin.