Bafil Talabanî mercê avakirina hikûmetê eşkere dike: 'Em nîvê dixwazin'
RûpelNews - Bafil Talabanî, iddia dike ku YNK îro bûye aktorê ku ne tenê ji aliyê hêzên cîhanî yên wekî DYA, Ewropa, Rûsya û Çînê ve, lê herwiha ji aliyê Îran û welatên Erebî ve jî bi ciddî tê girtin û di çareserkirina pirsgirêkên li herêmê de roleke sereke dilîze.
"Em ji sedî 50 dixwazin"
Bafil Talabanî, ku tekezî li ser biryardariya xwe di pêvajoya avakirina hikûmeteke nû de kir û got bi hevsengiyeke "39-39" a derbarê hevparîtiya hikûmetê biryarderin û daxwaza tund a partiya xwe wiha anî ziman: "Hikûmet dê were avakirin, û em amade ne ku li ser hejmaran nîqaşê bikin. Em niha di rewşa 39-39 de ne, û em nîvê hikûmetê dixwazin. Em di vê mijarê de biryardar in."
''Li şûna polîtîkayên perçebûyî, hevparî di navbera her çar beşên Kurdistanê de''
Talabanî, ku amaje bi atmosfera siyasî ya li Silêmaniyê jî kir, bal kişand ser peymana ku wan bi Tevgera Nifşê Nû re girtiye, û diyar kir ku ev hevkarî heta radeyekê aramî aniye Silêmaniyê.Talabanî diyar kir ku ev ne bes e û divê "eniyeke neteweyî" bi lihevkirina hemû partiyên li Kurdistanê were avakirin. Talabanî got, "Li şûna polîtîkayên perçebûyî, ji bo partiyên li her çar perçeyên Kurdistanê pêwîst e ku li ser bingeheke hevpar werin ba hev da ku bigihîjin Kurdistana xeyalkirî."
"Li ser rûyê erdê ti hêz namîne ku bikaribe ji me re'na' bibêje"
Di axaftina xwe de, Talabanî diyar kir ku ew ê mîrateya kesayetiyên dîrokî yên wekî Mam Celal, Kosret Resul, Cebar Ferman, Ali Askeri û şehîd Aram biparêzin, û xwesteka xwe anî ziman ku mîrateyekê li pey xwe bihêlin ku nifşên paşerojê pê serbilind bin. Talabanî got, "Dema ku em nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em nûnerên 50 milyon Kurd in, êdî li ser rûyê erdê tu hêz namîne ku bikaribe ji me re bibêje 'na'."